Hilbijartinên parlemana Iraqê li 20 welatan tê lidarxistin
Nîsan 26, 2018 08:56 Asia/Tehran
Endamê Komîsiyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ragihand ku Hilbijartinên Parlemanê li 20 welatan tê lidarxistin.
Ajansa Sputnîkê ragihand ku endamê Komîsiyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Hazim El-Rîdînî got: Navendên wergirtina dengan ji iraqiyên li derveyî welêt li rojên 10 û 11 yên meha Gulanê tên vekirin, ev navendana li 20 welatên cihanê hatine berçavgirtin.
Hazim El-Rîdînî got: 16 boroyên hilbijartinê û 7 navendên dengwergirtinê li 20 welatên cîhanê ji wan li welatên ewropî bona dengwergirtinê tên amade kirin.
Biryar ehilbijartinên parlemana Iraqê li 12 Gulanê werin lidarxistin. Hêjayî gotinê ye ku bi dehan hezar kes ji xelkê Iraqê niha li welatên ewropî dijîn.