Tivdîrên Komîsyona Hilbijartinên Iraqê ji bo qeydkirina dengê awareyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i288048-tivdîrên_komîsyona_hilbijartinên_iraqê_ji_bo_qeydkirina_dengê_awareyan
komîsyona bilind a Hilbijartinên Iraqê raghand: Tivdîrên pêdivî ji bo qeydkirina dengê hemî awareytên çar parêzgehên Kerkûk, Neynewa, Selahedîn û Enbarê hatine berçavgirtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 25, 2018 14:56 Asia/Tehran
  • Tivdîrên Komîsyona Hilbijartinên Iraqê ji bo qeydkirina  dengê awareyan

komîsyona bilind a Hilbijartinên Iraqê raghand: Tivdîrên pêdivî ji bo qeydkirina dengê hemî awareytên çar parêzgehên Kerkûk, Neynewa, Selahedîn û Enbarê hatine berçavgirtin.

 Li gorî rapora Fars Newsê, Kerîm El-Temîmî, endamê komîsyona  bilind a hilbijartinê û berdevkê fermî yê vê komîsyonê roja çarşemiyê got: Ew welatiyên iraqî ku ji ber êrişa koma terorîstî ya DAIŞê neçar mane cihê jiyana xwe biterikînin  wek aware tên hejmar û girêdayî bi parêzgehên Kerkûk, Neynewa, Selahedîn û Enabrê ne, dikarin beşdarê van hilbijartinan bibin û dengê wan dê were tomarkirin.

 Li mehên  buhurî dijberên  pêvajoya siyasî li Iraqê bi mehna  îmkana  beşdariya  awareyan li hilbijartinê daxwaza paşdexistina dema lidarxista wê kiribûn, lê paş wextiyê  dewleta Iraqê raghand: Hilbijartinên parlemanî yên Iraqê li dema qirarkirî yanê 12 gulana 2018` an were lidarxistin. Di hemen demê de, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê îro çarşemiyê got: Hewlêr û Bexda li bara çawaniya  rêveberiya dewleta federal a pêşerojê , piştî lidarxistina  hilbijartinên  parlemanî li hev bikin.