Iraq rekorddarê hejmara nûçegîhanên goriyê terorîzmê
Moeyid El-Alamî serokê Navenda Nûçegîhanên Iraqê got: Hejmara herî zêde ya nûçegîahnên gorrîbûyî ji dema şerê Viyetnamê heya niha li Iraqê ne.
Li gorî arpora IRNA`yê, Moeyid El-Alamî serokê Navenda Nûçegîhanên Iraqê roja duşemiyê li kongira hilbijartinê ya vê navendê bal kişand ser vê yekê ku şehîdên nûçegîhan berevaniya cihhatina demokrasiyê li Iraqê kirin û got: Welatê wî rekorddarê hejmara nûçegîanên goriyê terorîzmê ye.
Moeyid El-Alamî midehek berî niha li axiftinekê hejmara nûçegîhanên kuştî ji sala 2003`an heya îro 460 kes raghandibû.
Wî her wiha diyar kiribû ku sedî 80 yê van nûçegîhanan û çalakên medyayî, bûne goriyê terorîzmê.
Qeyrana Iraqê ji sala 2014` an bi êrişa berfireh a komên terorîstî yên ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên wan ji bo guhertina muadileyên navçê ser qezanca Rejîma Siyonîstî destpê bû.
Artêşa Iraqê vê dawiyê bi alîkariya misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê karîn ku dosiya koma terorîstî ya DAIŞ`ê li vî welatî girêdin.