Iraq rekorddarê hejmara nûçegîhanên goriyê terorîzmê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i287916-iraq_rekorddarê_hejmara_nûçegîhanên_goriyê_terorîzmê
Moeyid El-Alamî serokê Navenda Nûçegîhanên Iraqê got: Hejmara herî zêde ya nûçegîahnên gorrîbûyî ji dema şerê Viyetnamê heya niha li Iraqê ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 24, 2018 05:39 Asia/Tehran
  •  Iraq rekorddarê hejmara nûçegîhanên goriyê terorîzmê

Moeyid El-Alamî serokê Navenda Nûçegîhanên Iraqê got: Hejmara herî zêde ya nûçegîahnên gorrîbûyî ji dema şerê Viyetnamê heya niha li Iraqê ne.

 Li gorî arpora IRNA`yê,  Moeyid El-Alamî serokê Navenda Nûçegîhanên Iraqê roja duşemiyê li kongira hilbijartinê ya vê navendê bal kişand ser vê yekê ku şehîdên  nûçegîhan berevaniya cihhatina demokrasiyê li Iraqê kirin û got: Welatê wî rekorddarê hejmara  nûçegîanên   goriyê terorîzmê ye.

Moeyid El-Alamî  midehek berî niha li axiftinekê hejmara nûçegîhanên kuştî ji sala 2003`an heya îro 460 kes raghandibû.

 Wî her wiha diyar kiribû ku sedî 80  yê van nûçegîhanan û çalakên  medyayî, bûne goriyê terorîzmê.

 Qeyrana  Iraqê ji sala 2014` an  bi êrişa berfireh a komên terorîstî yên ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên wan ji bo guhertina  muadileyên  navçê ser qezanca Rejîma Siyonîstî destpê bû.

 Artêşa Iraqê vê dawiyê bi alîkariya  misteşarî  yên Komara Îslamî ya Îranê karîn ku dosiya koma  terorîstî ya DAIŞ`ê li vî welatî girêdin.