Keşfkirina tûnêlên DAIŞ`ê li rojava Enbara Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i287492-keşfkirina_tûnêlên_daiŞ_ê_li_rojava_enbara_iraqê
Berdevkê navenda raghandina ewlehiyê ya Iraqê raghand ku van hêzan karîn ku tûnêlên DAIŞ`ê li kêleka bakurê gola Hedîsê li rojava parêzgeha Enbarê keşf bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 19, 2018 03:36 Asia/Tehran
  • Keşfkirina tûnêlên DAIŞ`ê li rojava  Enbara Iraqê

Berdevkê navenda raghandina ewlehiyê ya Iraqê raghand ku van hêzan karîn ku tûnêlên DAIŞ`ê li kêleka bakurê gola Hedîsê li rojava parêzgeha Enbarê keşf bikin.

 Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Mêhr Newsê, û ji zarê Sputnikê, Yehya Resûl, berdevkê navenda raghandina ewlehiyê ya Iraqê got: hêzên iraqî her wiha li navça navbuhurî sê  kemberên  teqînê û du motorsîklêt keşf kirin û heşt gumanbar jî desteser kirin.

 Yehya Resûl got: Hêzên operasyona Neynewayê li bakurê Iraqê jî 10 bombe li navça Şehîbê û 17 bombe li navça Emargebrê li vê parêzgehê têk birin.

 Di hemen demê de şeş kes li navça El-Kewarê li rojava  Mûsilê hatin desteserkirin û heşt bombeyên din jî li navça Wane Terîq Hemdê  hatin têkbirin.

 Hêzên iraqî ji roja yekşemiyê 15 Nîsanê ve operasyonek ji bo paqijkirina navçên  li rojava  parêzgeha Neynewayê ji lepên paşmayiyên DAIŞ`ê destpê kirin. Li parzêgeha Selahedînê jî operasyonek ji bo paqijkirina navçên mayî ji lepên  paşmayiyên DAIŞê destpê bûye.