Ebadî: Em lê digerin çek tinê di destê dewletê de hebin
Serokwezîrê Iraqê ragihand ku bi merema pêkanîna aştîyê li welêt, hewil dide çek tinê di destê dewletê de be.
Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, serokwezîrê Iraqê ku li Konfiransa Konseya Zelalkirin û Têkoşîna dijî Gendelîyê diaxivî, pêgirî kir ku bi dû pawankirina çekan di destê dewleta vî welatî da ye. Ebadî herwiha got: Bisînorkirin û pawankirina ekan di destê dewletê de yê bibe sedema misogerbûna ewlehîyê li Iraqê.
Ebadî pêgirî kir ku dewletê dil heye atmosfereke guncav ji bo sermayedanînê li welêt pêk bîne.
Ebadî herwiha bal kişand ser mijara gendelîyê û got: Heke me li hemberî gendelîyê nesekinîna me nedikarî li hemberî DAIŞ`ê ser bikevin. Di navbera gendelan û têrorîstan de peywendî heye. Dema em welat û welatîyên xwe ji mirovên gendel rizgar bikin, em ê vîna xwe ji bo parastina darayî û milkên giştî xurtir bikin.
Serokwezîrê Iraqê li dawîyê got: Têkildarî hilkolandina dosîya gendelîya tawanbaran, her kî dibe bila bibe, em şikê nadin xwe û kesên gendel baş haya wan ji kiryarên me ên dijî xwe hene