Ebadî: Mafê PKK`ê yê rakirina çekê li Iraqê tune
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i286912-ebadî_mafê_pkk_ê_yê_rakirina_çekê_li_iraqê_tune
Serokwezîrê Iraqê got: Ev nêzikî 30 salan e ku PKK`ê li nav axa Iraqê ye. Heke ewna penaber bûne, tu kêşeya me bi wan ra tune, lê dê îzna wan tunebe ku li Iraqê çekê rakin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 12, 2018 13:10 Asia/Tehran
  • Ebadî: Mafê PKK`ê yê rakirina çekê li Iraqê tune

Serokwezîrê Iraqê got: Ev nêzikî 30 salan e ku PKK`ê li nav axa Iraqê ye. Heke ewna penaber bûne, tu kêşeya me bi wan ra tune, lê dê îzna wan tunebe ku li Iraqê çekê rakin.

Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê roja bihurî li konfêransa nûçegihaniyê, tevî diyarkirina dijayetiya xwe digel leşkerşandina Tirkiyê bo sînorên Iraqê û ketina hêzên çekdar ên nû yên Tirkiyê nav axa Irqê, got: bexda naxwaze pêwendiyên xwe bi Tirkiyê ra bêxe ber xeterê. Ebadî got: Heke hêzên PKKê li axa Iraqê sitirîbin, tu kêşeya me bi wan ra tine û em ji hêla însanî va nêzikî vê yekê dibin. Lê em li axa Iraqê îzna rakirina çekê nadin PKKê.

Ebadî li beşeka din a konfêransa xwe ya nûçevaniyê got: Em naxwazin bi tu aliyekî ra bikevin nav şerê bi cîgirtî. Lewma em ji PKKê dixwazin ku tam ji navçeya Şingalê li Herêma KUrdistanê paşve bikişe. Her wiha îzna wan tune ku alek ji billî ala Iraqê rakin. Ev helwêsta me ye. Di eynî demê da qanûna me ya bingehîn îznê nad eku tu hêzek li nav axa Iraqê gefê li cînarên vî welatî bixwu.

Serokwezîrê Iraqê li halekî hatina hêzên nû yên Tirkiyê bi axa welatên xwe derew zane ku Ihsan Çelebî rêvebirê navçeya Sîdkanê ya ser bi şaristana Soranê li parêzgeha Hewlêra Iraqê çend rojan ebriya niha ragihand ku hêzên Tirkiyê ketine kûrahiya ji 19 heta 20 kîlomitriya erdên Herêma Kurdistanê û baregehên leşkerî yên biçûk û mezin çêkirine.

Li gorî raporên heyî, hejmareka zêde ya çekdarên artêşa Tirkiyê piştî pêşdaçûna bi opêrsiyona Helîbornê li navçeya Sîdkanê ya parêzgeha Hewlêrê bi cih bûne û serdestiya wan li ser heşt çiyayên vê navçeyê heye. Ev çiya li 20 kîlomitriya axa Herêma Kurdistanê ne û serdestiya wan ser navçeyeka berfireh ji deverên sînorî yên Herêma Kurdistana Iraqê bi navê deştên Berazger û Doremilkê heye.