Pêgîriya Ebadî li ser pêwîstiya xurtkirina ewlehiya li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i286826-pêgîriya_ebadî_li_ser_pêwîstiya_xurtkirina_ewlehiya_li_iraqê
Serokwezîrê Iraqê li ser viyana Bexdayê ji bo zêdekirina ewlehî û aramiyê li naçeyên azadbûyî û gişt axa Iraqê pêgîrî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 11, 2018 13:35 Asia/Tehran
  • Pêgîriya Ebadî li ser pêwîstiya xurtkirina ewlehiya li Iraqê

Serokwezîrê Iraqê li ser viyana Bexdayê ji bo zêdekirina ewlehî û aramiyê li naçeyên azadbûyî û gişt axa Iraqê pêgîrî kir.

Li gorî rapora kanala El Iraqiyê, Heyder Ebadî, li hevdîtina bi Cîl Dokêrşof, hevdengkerê Yekîtiya Ewrûpayê (YE) li şerrê dijî terorîsmê û taxima li pê re got: Hêzên ewlehiyê erkên xwe yên netewî û însanî cih tînin û hêzên polîs, dabînkirina ewlehiyê li navçeyên azadbûyî girtine ser milê xwe û ji bo zêdekirina şiyanên hêzên ewlehiyê, hin kar jî tên kirin.

Di eynî demê de hevahengkerê Yekîtiya ewrûpayê li şerrê dijî terorîsmê, ji bilî qedirzaniya ji hewldanên Iraqê di warê şerrê dijî terorîsmê û ji navbirina koma terorîstî û tekfîrî ya DAIŞ`ê de, pesna xurtkirina ewlehiyê li navçeyên azadbûyî ku li sefera xwe seredana wan deveran kiriye da.

Wî herwiha li ser amadetiya xwe bona cihanîna hin bernameyan bi armancazêdekirina şiyanên hêzên ewlehiyê û raberkirina tecrubeyan di warê şerrê dijî terorîsmê û zêdekirina ewlehî û aştiyê pêgîrî kir.