Li Kerkûkê hejmarek têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i286694-li_kerkûkê_hejmarek_têrorîstên_daiŞ_ê_hatin_kuştin
Li bajarê Kerkûkê "destêrastê Ebûbekir Bexdadî" û hejmarek têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştin. Li parêzgeha Enbarê jî 9 têrorîstên DAIŞ`ê û welatiyekî sivîl hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 09, 2018 15:41 Asia/Tehran
  • Li Kerkûkê hejmarek têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştin

Li bajarê Kerkûkê "destêrastê Ebûbekir Bexdadî" û hejmarek têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştin. Li parêzgeha Enbarê jî 9 têrorîstên DAIŞ`ê û welatiyekî sivîl hatine kuştin.

Endamê Encûmena Parêzgeha Enbarê Sebah Kerhût ji nûçegihanan re ragihand: “Îro duşemê hejmarek têrorîstên DAIŞ`ê li navçeya Hedîse ya li rojavayê Enbarê êrişî ser hêzên ewlehî û Heşda Eşaîrî kirin, di encamê de 9 têrorîstên DAIŞ`ê û kesekî sivîl hatin kuştin.”

Herwiha hat diyarkirin ku li deverên deştî yên derdora parêzgeha Kerkûkê hêzên ewlehiyê û hejmarek çekdarên DAIŞ`ê rûbirûyî hev bûne û di encamê de destêrastê Ebûbekir Bexdadî, Ebû Welîd Çêçênî hatiye kuştin, komek belge û tomarên giring jî ku gelek zanyariyên li ser navên serkirde û çekdarên DAIŞ`ê nav de hene, hatine destbiserkirin.

Li gor daxuyaniya Beşa Ragihandinê ya Lîwaya 16 ya Heşda Şeibî li gundê Humeyre yê li başûrê Kerkûkê di şer û pevçûnekê de 5 têrorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin û cenazên wan li erdê mane.

Kerhût eşkere kir: “Tevî ragihandina serkeftina yekcarî li dijî DAIŞê, niha têrorîstên DAIŞ`ê li geliyê Horan û çolên Enbarê û li dirêjahiya sînorê Sûriye, Urdin û Erebistanê mane û car caran hêzên ewlehiyê dikin armanc.”

Çavkaniyekî ewlehiyê li parêzgeha Kerkûkê kuştina destêrastê serkirdê DAIŞ`ê Ebûbekir Bexdadî li deverên derdora vê parêzgehê ragihand.