Şêwirîna taxima emerîkî -inglîzî ji bo vegeryana hêzên Pêşmerge bo Kerkûkê
Çavkaniyeke agah li bara şêwiîna endamê taximeke pilebilind ên emerîkî inglîzî tev berpirsên iraqî li bara vegeryana hêzên pêşmerge bo parêzgeha Kerkûkê agahî da.
Li gorî rapora Mêhr newsê, rojnama El-Şerq El-Ewsetê û ji zarê çavkaniyeke agehdar ragahnd ku taximeke emerîkî inglîzî tev berpirsên eskerî yên Iraqê civînek li bara vegeryana hêzên pêşmerge bo parêzgeha Kerkûkê û navçê kêşeliser li dar xist.
Li gorî vê raporê, taxima emerîkî inglîzî ya pilebilind li 25 Adara buhurî seredana Wezareat berevaniyê ya Iraqê kiriye û li 27 Adarê tev berpirsên wezaretxaneya hêzên pêşmerge li Herêma Kurdistana Iraqê civîn li dar xistin.
Çavkaniya hanê destnîşan kir ku li van du civînan li bara vegeryana hêzên pêşmerge bo Kerkûkê û navçên kêşeliser û avakirina odeya operasyona hevpar navbera Hewlêr û Bexadyê li başûrê Kerkûkê şêwirîn.
Pêştir hin nûçe têkildarî hevhatina navbera dewleta Iraqê û hêzên pêşmerge ji bo vegeryana van hêzana bo Kerkûkê hatibû weşandin ku çavkaniyeke nêzîkê serokwezîrê Iraqê ev nûçe derew dabûn zanîn.