Serokkomarê Iraqê ewlewiyetên qonaxa tê ya vî welatî ragahndin
Serokkomarê Iraqê ewlewiyetên qonaxa tê ji wan jinavbirina endamên mayî yên koma tekfîrî siyonîstî ya DAIŞ`ê û lidarxistina hilbiajrtinê got: Qonaxa tê li Iraqê, qonaxa cihhatina serketinan li warên siaysî, xizmetkirin û qanûnî be.
Li gorî rapora televaîyona El-Iraqiyê, Fuad Mesûm serokkomarê vî welatî li axiftina xwe li civîna navneteweyî ya El-Baqirînê got: Hemî berpirs û saziyên Iraqê divê li dû bidestxtsina serketinên giring ên din li warên siyasî, aborî, xizmetkirin û qanûnî bin ku me bighîne rêçareyên praktîkî ji bo piraniya pisgirêkên siyasî.
Ji gişkan giringtir ji bo cijhhatina bi zûtrkê û baştir a armancên stratejîk û hevcetiyên giring ên gelê Iraqê, divê bi micidî hewl bidin. Aramncên herî giring jinavbirina endamên mayî yên DAIŞ`ê, garantîkirina serketina gel bi vegeryana bi serbilindî ya awareyan, li darxistina hilbiajrtinên pêşerojê,avedankirin û pêkanîna hevcetiyên avakirina welatekî demokratîk û pêşketî ye ku hemî xelkê wê ji komên curbicur mafên medenî,azadiyên qanûnî û îzet û rêz û hurmeta xwe hebin.
Civata bilind a Iraqê, civîna navneteweyî ya El-Baqirînê ji bo bibîrxistina fîdakariyên şehîd Muhemed Baqir El-Sedr û Muhemed Baqir El-Hekîm ji bo rawestana li ber xopanên Sedam li darxist.