Êrişa bi çekan ser rojavaya parêzgeha Enbara Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i286562-Êrişa_bi_çekan_ser_rojavaya_parêzgeha_enbara_iraqê
Li encama êrişa bi çekan li bajarê Hîtê li rojavaya parêzgeha Enbara Iraqê, 6 kes hatin kuştin an birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 08, 2018 11:35 Asia/Tehran
  • Êrişa bi çekan ser rojavaya parêzgeha Enbara Iraqê

Li encama êrişa bi çekan li bajarê Hîtê li rojavaya parêzgeha Enbara Iraqê, 6 kes hatin kuştin an birîndar bûn.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya televîayona  Meyadînê li encama vê êrişê ku li parêzgeha Enbarê qewimî, hêzeke ewlehiyê hatin kuştin û pênc kes jî birîndar bûn. Hin ji birîndaran endamên  partiya  El-Helê ne. 

 Muhemed El-Helbûsî, waliyê parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê wek berteka li hember kiryara çekdariyê li dijî nivîsgeha  partiya El-Helê ji partiyên hazir li  hevrikiyên  hilbiajrtinên  parlemana Iraqê got: Armanca vê êrişê, bêewlehkirina rojava welêt e.

 Li gorî raporan , yek ji birîndarên êrişa çekdariyê ser meqera partiya El-Helê li bajarê Hîtê, Zeyneb Ebdulhemîd, berbijara hilbiajrtinên  parlemana Iraqê ye.

 Hilbijartinên  parlemanî yên Iraqê, 12 Gulana 2018` an  were lidarxistin, ev hilbiajrtin ji ber işkestên  terorsîtên  DAIŞê li Iraqê pir giring e.