Komên bêdeng ên DAIŞ`ê li rojhilata Iraqê têne şopandin
Polîsê parêzgeha Diyalî ya Iraqê, got: Hêzên îstixbarata leşkerî û polîsê vê parêzgehê, bi bikaranîna agahiyên ku ji hêla hin welatiyan ve hatine raberkirin, komên veşartî û bêdeng ên DAIŞ`ê li hin navçeyên Diyalê dişopînin.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê ji zarê malpera nûçeyan a Bas News`ê ya Iraqê, Xalib El Etiyê, berdevkê polîsê parêzgeha Diyalî ya Iraqê, bal kişande ser livûtevgerên vê dawiyê yên terorîstan li vê parêzgeha rojhilatê û parêzgehên li bakûrê Neynewa û Selahedînê bi taybet li navçeya Hemerînê ya di navbera van parêzgehan de û herwiha got: Hêzên ewlehiyê ji bo ku pêşiya êrişên komên veşartî û bêdeng ên DAIŞ`ê ku rewşa dijwar a coxrafî ya nêzîkî girikên Hemerînê li navçeyên başûrê Buhrizê û navça Kenanê bi awayekî narewa bi kar tîne, bigire, ji çend mêhweran ve şopandin destpê kirine.
Rayedarekî xwecî li parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê jî duh îniyê, ji peydakirina depoyeka veşartî ya çekan ku têde rokêtên Katyûşa û alavên din ên şêrr hebûn li rojhilata vê parêzgehê agahî da.
Parêzgeha Diyalî ya Iraqê, Tîrmeha 2017`an ji bin lepên terorîstan azad bû. Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê, 9`ê Kanûna 2017`an, bi dawîhatina DAIŞ`ê li Iraqê û serketina tam a li ser vê koma terorîst ragihandibû lê paşdamaiyên tekfîriyan ku li navçeyên çolî xwe veşartine, bi rêstorekirina nijyara xwe, hewl didin ta ku careka din li vî welatî karên terorîstî cih bînin.