Kifşbûna embarekî çekên terorîstên DAIŞ li rojhilata Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i286446-kifşbûna_embarekî_çekên_terorîstên_daiŞ_li_rojhilata_iraqê
Hêzên ewlehiya Iraqê karîn embarekî dine çek û sîlahên terorîstên tekfîrî-siyonîstî yên DAIŞ`ê li bakûra rojhilata parêzgeha Diyalê kifş bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 07, 2018 04:50 Asia/Tehran
  • Kifşbûna embarekî çekên terorîstên DAIŞ li rojhilata Iraqê

Hêzên ewlehiya Iraqê karîn embarekî dine çek û sîlahên terorîstên tekfîrî-siyonîstî yên DAIŞ`ê li bakûra rojhilata parêzgeha Diyalê kifş bikin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Iraqê(Wai), karbidestekî xwecî li parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê duh îniyê ragihand ku hêzên ewlehiya vî welayî karîn li bakûra rojhilata Diyalê dest bi ser embarekî çek û sîlahên terorîstên DAIŞ`ê da bigrin ku di vê embarê da gelek sîlahên wekî Rokêtên Katyoşahê, sîlahên Hawanavêj û sîlahên din hebûn.

Gor vê raporê Ednan El-Temîmî serokê konseya xwecî ya navça El-Miqdadiye li vê barê got: Hêzên ewlehiya Iraqê dih îniyê li operasiyonekê da ketine nav gundê Bablanê li bakûra rojhilata parêzgeha Diyalê û karîn dest bi ser embarekî çek û sîlahên terorîstên DAIŞ`ê da bigrin.

Ednan El-Temîmî  ragihand ku di nav vê embara çek û sîlahên terorîstên DAIŞ`ê gelek Rokêtên Katyoşahê, sîlahên Hawanavêj , Kemirayên ku bi şevê hedefê nîşan didin û sîlahên din hebûn.

Li halê ku hizûra terorîstên DAIŞ`ê li navaxa Iraqê kuta bûye lê hîn jî paşmayiyên van terorîstan li çend navçên vî welatî hene û hêzên iraqî dixebitin ku hema koka van terorîstan li nav axa xwe bi tamî jinav biben.