keşfkirina depoya muhîmata DAIŞê li rojhilata Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i286426-keşfkirina_depoya_muhîmata_daiŞê_li_rojhilata_iraqê
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê karîn yekî din ji depoyên çek û sîlehan yên endamê tekfîrî-siyonîstî yên DAIŞê li bakurê rojhilata parêzgehê Diyala raqê keşf û zewt kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 06, 2018 14:41 Asia/Tehran
  • keşfkirina depoya muhîmata DAIŞê li rojhilata Iraqê

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê karîn yekî din ji depoyên çek û sîlehan yên endamê tekfîrî-siyonîstî yên DAIŞê li bakurê rojhilata parêzgehê Diyala raqê keşf û zewt kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Waê, rayedarekî xwecihî li parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê, îro li bara keşfkirina depoya çek û sîlehan ên rokêtên  Katoşiyayê û kelûmelên  cengê li bakurê rojhilata vê parêzgehê agahî da.

Li gorî vê raporê, Ednan El-Temîmî serokê Konseya xwecî ya navça El-Miqdadiyê li vê barê raghand ku hêzên ewlehiyê vê sibê li operasyonekê derbasî gundê Babelanê li bakurê rojhilata Diyalê bûn û karîn ku depoya  nepenî yên çek û sîlehan û kelûmelên eskerî yên DAIŞê keşf û zewt kirin.

 Li gorî gotina vê çavkaniyê,  ev depoya çek û sîlehan ên rokêtên  Katoşiyayê, hawanrêj, kamêrayên  dîtina li şevê û hin  kelûmelên din bû ku hêzên  ewlehiyê ev hemîzewt kirin.

 Li halekî ku hizûra Eskerî ya DAIŞ`ê li Iraqê kuta bûye lê hîn hin endamên  ser bi vê komê bi awayê komên  biçûk li hin  navçên  Iraqê de hene.