Pêgiriya serokwezîrê Japonê ser piştgiriya welatê xwe ji ewlehiya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i286348-pêgiriya_serokwezîrê_japonê_ser_piştgiriya_welatê_xwe_ji_ewlehiya_iraqê
Serokwezîrê Japonê li ser piştevaniya Tokyoyê ji ewlehî û geşatiya Iraqê pêgirî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 05, 2018 11:47 Asia/Tehran
  • Pêgiriya serokwezîrê Japonê ser piştgiriya welatê xwe ji ewlehiya Iraqê

Serokwezîrê Japonê li ser piştevaniya Tokyoyê ji ewlehî û geşatiya Iraqê pêgirî kir.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya APTNê serokwezîrê Japonyayê, Şînzo Apê roja Pêncşemiyê li hevdî
tina bi Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê ra li Tokyoyê got: Japonya hema wisa pişta hewildanên dewleta Iraqê ji bo pêkanîna aramîyê û pêşketina civata Iraqê digire.

Serokwezîrê Japonyayê ji civaka navneteweyî ra pêşniyar kir ku pişta dewleta Iraqê bi nêrîneka nû bigirin. Wisa ku armanca wê hevdem ewlehê, aramî û geşatiya Iraqê be.

Ofîsa serokwezîrtiya Iraqê ragihand: Ev sefer li çarçova hewildana Iraqê ji bo baştirkirina pêwendiya digel tevahiya welatên cîhanê tê nasandin; Bi taybet ku qonaxa avedankirina nû ya Iraqê jî dest pê bûye û kompaniyên biyanî ji bo sermiyandanîna li vî warî da bûne pêşeng.