Nesîf: Serokkomarê Iraqê heqê şikayeta ji dest serokê meclisê tune
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i286346-nesîf_serokkomarê_iraqê_heqê_şikayeta_ji_dest_serokê_meclisê_tune
Endama komîsiyona hiqûqî ya parlemana Iraqê got: Serokkomar heq tune ji destê serokê parlemanê li bara qanûna bûdceya giştî ya sala 2018 li dadgeha federal a Iraqê şikayetê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 05, 2018 11:25 Asia/Tehran
  • Nesîf: Serokkomarê Iraqê heqê şikayeta ji dest serokê meclisê tune

Endama komîsiyona hiqûqî ya parlemana Iraqê got: Serokkomar heq tune ji destê serokê parlemanê li bara qanûna bûdceya giştî ya sala 2018 li dadgeha federal a Iraqê şikayetê bike.

Aliye Nesîf Endama komîsiyona hiqûqî ya parlemana Iraqê li gotûbêja xwe ya tev ajansa nûçeyan a El-Meilûmeyê destnîşan kir: Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê dikare li rojnama fermî ya Iraqê nerezamendiya xwe li bara qanûna pesendkirî ya bûdceya welêt bide diyarkirin lê wî heq tune ji Selîm Cebûrî serokê parlemanê şikayetê bike ji ber ku qanûna bingehîn a Iraqê îznekî wiha nade serokkomêr.

Nesîfê ragihand ku Cebûrî gor xala 73 a pişka sisyan a qanûna bingehîn a Iraqê pêsparteya xwe cih aniye ku dibêje eger serokkomarê Iraqê piştî 15 rojan qanûna bûdceyê ku li parlemanê hatiye pejirandin, îmza neke, serokê parlemanê qanûna bûdceyê qebûlkirî ji aliyê serokkomar dihesibîne û bi vê nêhrînê li ser qanûna bûdceyê biryarê digire.

Fuad Mesûm duh çarşemê li ser neqanûnîbûna xala 13 ji qanûna bûdceya Iraqê ya sala 2018 li dadgeha federal a vî welatî ji destê Selîm Cebûrî şikayet kir.