Fuad Mesûm: Iraqê hevceyî bi tu hêzeke biyanî tine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i286296-fuad_mesûm_iraqê_hevceyî_bi_tu_hêzeke_biyanî_tine
Serokkomarê Iraqê bal kişand ser pêwîstiya derketina eskerên Tirkiyê li navça Beşîqê li Iraqê û got: Welatê wî hizûra tu hêzeke eskerî ya biyanî li axa xwe qebûl nake.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 04, 2018 16:28 Asia/Tehran
  •  Fuad Mesûm: Iraqê hevceyî bi tu hêzeke biyanî tine

Serokkomarê Iraqê bal kişand ser pêwîstiya derketina eskerên Tirkiyê li navça Beşîqê li Iraqê û got: Welatê wî hizûra tu hêzeke eskerî ya biyanî li axa xwe qebûl nake.

Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm di axaftina xwe de ragihand ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyalogeke ku nehatiye eşkerekirin heye û têkilî normalîze dibin.

Fûad Mesûm di berdewamiya axaftina xwe de got: "Herdu alî jî serdana hev dikin. Pêwestiya Hewlêr û Bexdayê bi hev heye. Ne Iraq dikare dev ji Kurdistanê berde û ne jî Kurdistan dikare dev ji Iraqê berde. Berjewendiyên hevpar herdu aliyan bi hev ve girêdide."

Mesûm di dirêjiya axaftina xwe de ji bo tehdîdên Tirkiyeyê yên Şingalê got: "Piştî ku PKK Şingalê vekişiya êdî Tirkiye nikare têkeve axa Iraqê. Ji bo ku li Şingalê jî metirsiya dubarekirina Efrînê heye."