Iraqê hevhatina ji bo bicihbûna hêzên pêşmerge li Kerkûkê derew da zanîn
Piştî ku berpirsekî eskerî yê Pêşmerge îdia kir ku pêşniyarek li bara bicihbûna hêzên pêşmerge li Kerkûkê raberî Bexdayê bûye, berpirsên iraqî ev îdiaya derew dan zanîn.
Li gorî rapora roaj çarşemiyê ya Mêhr Newsê û ji zarê Sky Newsê, Mein El-Seidî, fermandê yekîna dudiyan a hêzên rawestana li ber terorîzmê, hebûna hevahtinekê bi hevalbendiya qaşo emerîkî ji bo bicihkirina hêzên pêşmerge li Kerkûkê derew da zanîn.
Sed Mein berdevkê Wezareta karên hundir a Iraqê jî nûçeyên hatî weşandinê li bara navbeynkariyê û daxwaza wezîrê karên hundir ê Iraqê ji Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî bona qebûlkirina bicihkirina hêzên pêşmerge li Kerkûkê derew da zanîn.
Pêştir Cemal Emînekî serokê erkantiya giştî ya hêzên pêşmerge îdia kiribû ku hevalbendiya emerîkî bo Bexdayê pêşniyar kiriye ku hzên pêşmerge cardinê li hin navçeyên Kerkûkê bi cih bibin û biryar e ku hêzên hevpar ji pêşmerge û hêzên çekdar ên iraqî mîna beriya 2014`an li Kerkûkê bi cih bibin û Hewlêr û Bexda dê vê meselê hilkolin.
Kerkûk yek ji navçên kêşe li ser navbera Hewlêr û Bexdayê ye û piştî lidarxistina giştpirsiya neqanûnî ay Herêam Kurdistana Iraqê li sala 2017` an serokwezîrê Iraqê d ferman da ku kontrol û rêveberiya eskerî ya van navçana li gorî qanûna bingehîn ser milê hêzên çekdar ên iraqî be û loma hêzên pêşmerge piştî hizûra hêzên çekdar ên iraqî, terka Kerkûkê kiribûn.
Hêzên artêşa Iraqê kontrola bajarê Kerkûkê li 16 Cotmeha 2017` an ku pêştir di kontrola hêzên pêşmerge de bû, girtin destê xwe.
Li gor nûçeeke din, Mehmet Celîl ji rayedarên dewletî yên Iraqê li bajarê Şingalê piştrast kir: Endamên PKK bi fermî 1 Nîsanê, bajarê Şingalê li parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê ser daxwaza xelkê vî bajarî bi cebilxaneyên xwe giran terikandine û ber bi Sûriyê ve vekişyane.
Eva li halekê ye ku pêştir hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şebî ji bo paarstina bajarê Şingalê ji bo rawestana li ber gefên Tirkiyê derbasî vî bajarî bûne.