Iraqê hevhatina ji bo bicihbûna hêzên pêşmerge li Kerkûkê derew da zanîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i286292-iraqê_hevhatina_ji_bo_bicihbûna_hêzên_pêşmerge_li_kerkûkê_derew_da_zanîn
Piştî ku berpirsekî eskerî yê Pêşmerge îdia kir ku pêşniyarek li bara bicihbûna hêzên pêşmerge li Kerkûkê raberî Bexdayê bûye, berpirsên iraqî ev îdiaya derew dan zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 04, 2018 16:09 Asia/Tehran
  •   Iraqê hevhatina ji bo bicihbûna hêzên pêşmerge li Kerkûkê derew da zanîn

Piştî ku berpirsekî eskerî yê Pêşmerge îdia kir ku pêşniyarek li bara bicihbûna hêzên pêşmerge li Kerkûkê raberî Bexdayê bûye, berpirsên iraqî ev îdiaya derew dan zanîn.

 Li gorî rapora roaj çarşemiyê ya Mêhr Newsê û ji zarê Sky Newsê, Mein El-Seidî, fermandê yekîna dudiyan a hêzên rawestana li ber terorîzmê, hebûna  hevahtinekê bi hevalbendiya  qaşo emerîkî ji bo bicihkirina  hêzên pêşmerge li Kerkûkê derew da zanîn.

  Sed Mein berdevkê Wezareta karên hundir a Iraqê jî nûçeyên  hatî weşandinê li bara  navbeynkariyê û daxwaza wezîrê karên hundir ê Iraqê ji Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî bona  qebûlkirina   bicihkirina hêzên pêşmerge li Kerkûkê derew da zanîn.

 Pêştir  Cemal Emînekî serokê erkantiya  giştî ya hêzên  pêşmerge îdia kiribû ku hevalbendiya  emerîkî bo Bexdayê pêşniyar kiriye ku hzên pêşmerge cardinê li hin navçeyên  Kerkûkê bi cih bibin û biryar e ku hêzên hevpar ji pêşmerge û hêzên  çekdar ên iraqî mîna  beriya 2014`an  li Kerkûkê bi cih bibin û Hewlêr û Bexda dê vê meselê hilkolin.

 Kerkûk yek ji navçên  kêşe li ser navbera Hewlêr û Bexdayê ye û piştî lidarxistina  giştpirsiya neqanûnî ay Herêam Kurdistana Iraqê li sala 2017` an  serokwezîrê Iraqê d ferman da ku  kontrol û rêveberiya eskerî ya van navçana  li gorî qanûna  bingehîn  ser milê hêzên çekdar ên iraqî be û loma  hêzên pêşmerge piştî hizûra hêzên çekdar ên iraqî, terka Kerkûkê kiribûn.

 Hêzên artêşa Iraqê kontrola bajarê  Kerkûkê li 16 Cotmeha 2017` an  ku pêştir  di kontrola hêzên pêşmerge de bû, girtin destê xwe.

 Li gor nûçeeke din, Mehmet Celîl ji rayedarên  dewletî yên Iraqê li bajarê Şingalê piştrast kir: Endamên  PKK bi fermî 1 Nîsanê, bajarê Şingalê li parêzgeha  Neynewayê li bakurê Iraqê ser daxwaza xelkê  vî bajarî bi cebilxaneyên  xwe giran terikandine  û ber bi Sûriyê ve vekişyane.

 Eva li halekê ye ku  pêştir  hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şebî ji bo paarstina  bajarê Şingalê ji bo rawestana li ber gefên Tirkiyê derbasî vî bajarî bûne.