Girtina gelek ji terorîstên DAIŞ`ê li rojavaya Enbarê
Li operasiyona taybete hêzên iraqî li rojavaya parêzgeha Enbarê gelek ji terorîstên DAIŞ`ê hatine girtin.
Li gor rapora ajansa nûçeyan a El-Neşreh, bingeheke ewlehiya Iraqê got: Piştî ku hêzên ewlehiyê hin agehdarî wergirtin ku hin ji endamên terorîstên DAIŞ`ê li rojavaya parêzgeha Enbarê liv û tevgeran cih tînin, hêzên iraqî li operasiyoneke berfireh êrişî ser van terorîstan kirin û ewna girtin.
Bingehên medyayî yên Iraqê jî ragihandin ku artêşa vî welatî li navçên curbicure rojavaya parêzgeha Enbarê ji wan Iqziye El-Rutbe, El-Qaim û Hîtê êrişî ser veşartgeha terorîstên DAIŞ`ê kirin.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û qumandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê Kanûna 2017 bi fermî azadiya hemû axa vî welatî ji destê terorîstan ragihand lê operasiyona jinavbirina paşmayiyên van terorîstan hîn jî berdewam e.