Daxwaza Muqteda Sedr li bara çavdêriya navnetewî ser hilbijartina Iraqê
Rêberê bereya Sedr ser girîngiya çavdêriya navnetewî ya ser hilbijartina parlemanî ya Iraqê ku qirare 12 Gulanê birê keve sekinî.
Li gor rapora rojnama El-Şerqul-Ewset, Muqteda Sedr rêberê bereya Sedr a Iraqê li daxûyaniyekê li bara viya ku li hilbijartina parlemanî ya pêşerojê ya vî welatî ji aliyên taybet piştgîriyê dike yan na destnîşan kir : Wisa ku min berê jî ragihandiye heta niha ji piştevaniya tu aliyekê nakim û ev tişta ku li vê hilbijartinê girîng e çûna ser sandiqên dengdanê û dengnedana bi kesên gendelkar e.
Wî li bara teblîqata ji bo boykota hilbijartina parlemanî bi mihana sextekariya hilbijartinan û pilana ku heye li ser viya ku nûnerên nûnerên niha di nav parlemanê û wezîrên niha jî di nav dewleta Iraqê da bimînin jî ragihand ku sextekariya li hilbijartina parlemanî babetekî bi gumane û pêwîste çavdêriyekî navnetewî û bê la ser van hilbijartinan hebe.