Daxwaza ji bo bicihbûna hêzên pêşmerge li navçên kêşedar ên Iraqê
Berdevkê eşîrên ereb li navçên kêşedar ên Iraqê ji serokwezîrê vî welatî xwest ku bila cardinê hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistanê li van navçana bi cih bike.
Li gorî rapora Kurd Pressê, şêx Muzahim El-Hût li hevpeyvînekê rojnamevaniyê got: Divê serokwezîrê Iraqê daxwaziyên Emerîka û hevalbendiya navneteweyî ya li dijî DAIŞê ji bo bicihkirina dubare ya hêzên pêşmerge li hemî navçên kêşedar bin çavdêriya odeya operasyona hevpar a Bexda-Hewlêrê bi armanca şerê li hember koma DAIŞ`ê û binkeyên nepenî yên terorîstî li van navçana qebûl bike.
El-Hût her wiha bal xwe da ser vê yekê ku Ebadî divê pirsgirêkên xwe bi Bexdayê re wêde dayne û deriyeke nû li şerê li hemebr DAIŞê veke û got: Hêzên ewlehiyê û artêşê yên Iarqê hêza parastina ewlehiya navçên kêşedar tine ne .
Serokwezîrê Iraqê pêştir gotibû: Rawestana artêşa Iraqê li hember terozîma DAIŞ`ê û rawestana Heşda Şebî, eşîran, hêzên pêşmerge û canfîdakirina wan ji ber welatê Iraqê bû sedema serketina vî welatî li hember koma terorîstî tekfîrî ya DAIŞ`ê.