Daxwaza ji bo bicihbûna hêzên pêşmerge li navçên kêşedar ên Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i286194-daxwaza_ji_bo_bicihbûna_hêzên_pêşmerge_li_navçên_kêşedar_ên_iraqê
Berdevkê eşîrên ereb li navçên kêşedar ên Iraqê ji serokwezîrê vî welatî xwest ku bila cardinê hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistanê li van navçana bi cih bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 03, 2018 12:56 Asia/Tehran
  •  Daxwaza ji bo bicihbûna hêzên pêşmerge li navçên kêşedar ên Iraqê

Berdevkê eşîrên ereb li navçên kêşedar ên Iraqê ji serokwezîrê vî welatî xwest ku bila cardinê hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistanê li van navçana bi cih bike.

 Li gorî rapora Kurd Pressê, şêx Muzahim El-Hût li hevpeyvînekê rojnamevaniyê got: Divê serokwezîrê Iraqê daxwaziyên  Emerîka û hevalbendiya  navneteweyî ya li dijî DAIŞê ji bo  bicihkirina  dubare ya hêzên pêşmerge li hemî navçên  kêşedar bin çavdêriya  odeya operasyona  hevpar a Bexda-Hewlêrê bi armanca  şerê li hember koma  DAIŞ`ê û  binkeyên  nepenî yên  terorîstî li  van navçana qebûl bike.

 El-Hût her wiha bal xwe da ser vê yekê ku Ebadî divê pirsgirêkên xwe bi Bexdayê re wêde dayne û deriyeke nû li şerê li hemebr DAIŞê veke û got: Hêzên ewlehiyê û artêşê yên Iarqê hêza parastina  ewlehiya navçên kêşedar tine ne .

 Serokwezîrê Iraqê pêştir gotibû: Rawestana artêşa Iraqê li hember terozîma  DAIŞ`ê û rawestana Heşda Şebî, eşîran, hêzên pêşmerge û canfîdakirina  wan ji ber welatê Iraqê bû sedema serketina  vî welatî li hember koma terorîstî  tekfîrî ya DAIŞ`ê.