Hevhatina Iraq û Sûriyê ji bo parastina navçên sînorî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i286174-hevhatina_iraq_û_sûriyê_ji_bo_parastina_navçên_sînorî
Qasim El-Erecî wezîrê karên hundir ê Iraqê li bara hevhatina Bexda-Şamê ji bo parastina navçên bin kontrola dewleta Sûriyê li nêzîkî sînorên Iraqê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 03, 2018 10:23 Asia/Tehran
  •  Hevhatina Iraq û Sûriyê ji bo parastina navçên sînorî

Qasim El-Erecî wezîrê karên hundir ê Iraqê li bara hevhatina Bexda-Şamê ji bo parastina navçên bin kontrola dewleta Sûriyê li nêzîkî sînorên Iraqê agahî da.

 Li gorî rapora roja sêşemiyê ya IRIB Newsê, û ji zarê El-Alamê, Qasim El-Erecî got:  Ji ber ku hîn koma terorîstî ya DAIŞê hin navçên  li Sûriyê, xistine bin kontrola xwe, Şam û Bexda dê hewl bidin ewlehiyê li sînorên  her du welatan pêk bînin.

  Di hemen demê de, Hamid El-Huseynî, fermandê hêzên  sînorî yên Iraqê bal kişand ser hebûna  hin pirsgirêkan li sînorên  Iraq û Erebistanê ku li encama wê hejmarek ji hêzên iraqî tên kuştin an birîndar dibin, li bara kêmasiya hevkariya Riyazê bi Bexdayê re li bara rawestana li ber terorîzmê mixabiniya xwe da diyar kirin.

 Tevî serketinên hêzên iraqî li hember endamên wehabî yên DAIŞ`ê û azadkirina  hemî navçên  bin kontrola vê komê hin endamên  DAIŞ`ê bi  hevkariya koma terorîstî a  nasiyar bi alayên sipî li mehên derbasbûyî bi avakirina  hin postên  lêgeriyê yên sexte hejmarek ji welatiyên  Kerkûkê kuştin.

 Di eynî demê de li gorî raghandina  çavakniyên ewlehiyê, bi sedan terorîstî li navça Wadî El-Qezefê li sêkunca sînorî ya Iraq, Urdin, Erebistanê kom dibin da ku bin çavdêriya emerîkiyan bên perwerdekirin.