Hevhatina Iraq û Sûriyê ji bo parastina navçên sînorî
Qasim El-Erecî wezîrê karên hundir ê Iraqê li bara hevhatina Bexda-Şamê ji bo parastina navçên bin kontrola dewleta Sûriyê li nêzîkî sînorên Iraqê agahî da.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya IRIB Newsê, û ji zarê El-Alamê, Qasim El-Erecî got: Ji ber ku hîn koma terorîstî ya DAIŞê hin navçên li Sûriyê, xistine bin kontrola xwe, Şam û Bexda dê hewl bidin ewlehiyê li sînorên her du welatan pêk bînin.
Di hemen demê de, Hamid El-Huseynî, fermandê hêzên sînorî yên Iraqê bal kişand ser hebûna hin pirsgirêkan li sînorên Iraq û Erebistanê ku li encama wê hejmarek ji hêzên iraqî tên kuştin an birîndar dibin, li bara kêmasiya hevkariya Riyazê bi Bexdayê re li bara rawestana li ber terorîzmê mixabiniya xwe da diyar kirin.
Tevî serketinên hêzên iraqî li hember endamên wehabî yên DAIŞ`ê û azadkirina hemî navçên bin kontrola vê komê hin endamên DAIŞ`ê bi hevkariya koma terorîstî a nasiyar bi alayên sipî li mehên derbasbûyî bi avakirina hin postên lêgeriyê yên sexte hejmarek ji welatiyên Kerkûkê kuştin.
Di eynî demê de li gorî raghandina çavakniyên ewlehiyê, bi sedan terorîstî li navça Wadî El-Qezefê li sêkunca sînorî ya Iraq, Urdin, Erebistanê kom dibin da ku bin çavdêriya emerîkiyan bên perwerdekirin.