Meytê 158 goriyên tevkujiya Spaykerê li Iraqê hatin keşfkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i286162-meytê_158_goriyên_tevkujiya_spaykerê_li_iraqê_hatin_keşfkirin
Wezareta Tendrustiya Iraqê ragahnd ku paşmayiyên meytên 158 goriyên tevkujiya Spaykerê li parêzgeha Selahedîna vî welatî hatin keşfkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 03, 2018 08:49 Asia/Tehran
  •  Meytê 158 goriyên  tevkujiya Spaykerê li Iraqê hatin keşfkirin

Wezareta Tendrustiya Iraqê ragahnd ku paşmayiyên meytên 158 goriyên tevkujiya Spaykerê li parêzgeha Selahedîna vî welatî hatin keşfkirin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Wezareta Tendrustiyê ya Iraqê roja duşemiyê li daxûyaniyekê raghand ku paşmayiyên  meytên 158 goriyên  karesata tevkujiya Spaykerê li koşkên  Sedam, dîkatorê îdambûyî yê Iraqê li bajarê Tekrîtê li parêzgeha  Selahedîna  bakurê Bexdayê keşf kirine.

 Li  karesata Spaykerê ku hevgavê êrişa DAIŞ`ê li 10  Hezîrana 2014`an  bû ev koma terorîstî bi fend û fêlan bi hezaran ciwanên  iraqî ku ji bo perwedeya eskerî  bo vê qereqolê hatibûn şandinê ji qereqolê derxistin û pişt re zêde ji  hezar û 700 kes ji wan ku piranî ji parêzgehên  başûrî yên Iraqê bûn bi awayekî diltezîn kuştin.

  Dema  êrişa koma  terorîstî ser navenda  hewayî ya  Spaykerê,  nêzîkî 4000 xwendekarên  eskerî yên  neçekdar ên iraqî li vê navendê hebûn.