Meytê 158 goriyên tevkujiya Spaykerê li Iraqê hatin keşfkirin
Wezareta Tendrustiya Iraqê ragahnd ku paşmayiyên meytên 158 goriyên tevkujiya Spaykerê li parêzgeha Selahedîna vî welatî hatin keşfkirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Wezareta Tendrustiyê ya Iraqê roja duşemiyê li daxûyaniyekê raghand ku paşmayiyên meytên 158 goriyên karesata tevkujiya Spaykerê li koşkên Sedam, dîkatorê îdambûyî yê Iraqê li bajarê Tekrîtê li parêzgeha Selahedîna bakurê Bexdayê keşf kirine.
Li karesata Spaykerê ku hevgavê êrişa DAIŞ`ê li 10 Hezîrana 2014`an bû ev koma terorîstî bi fend û fêlan bi hezaran ciwanên iraqî ku ji bo perwedeya eskerî bo vê qereqolê hatibûn şandinê ji qereqolê derxistin û pişt re zêde ji hezar û 700 kes ji wan ku piranî ji parêzgehên başûrî yên Iraqê bûn bi awayekî diltezîn kuştin.
Dema êrişa koma terorîstî ser navenda hewayî ya Spaykerê, nêzîkî 4000 xwendekarên eskerî yên neçekdar ên iraqî li vê navendê hebûn.