Pilana işkestxwarî ya terorîstên DAIŞ`ê bona teqandina boriya nifta Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i286132-pilana_işkestxwarî_ya_terorîstên_daiŞ_ê_bona_teqandina_boriya_nifta_iraqê
Bingehên iraqî ji pûçkirina pilana terorîstên DAIŞ`ê bona teqandina boriyekî girînge nifta vî welatî xeber dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 02, 2018 14:28 Asia/Tehran
  • Pilana işkestxwarî ya terorîstên DAIŞ`ê bona teqandina boriya nifta Iraqê

Bingehên iraqî ji pûçkirina pilana terorîstên DAIŞ`ê bona teqandina boriyekî girînge nifta vî welatî xeber dan.

Li gor rapora ajansa nûçeyan a Mêhr Newsê, Bingehên iraqî ragihandin ku terorîstên DAIŞ`ê dixwestine boriya veguhestina nifta xav a parêzgeha Kerkûkê bi palîngeha Bîciyê li parêzgeha Selahedînê biteqînin ku ev pilana wan hate pûçkirin.

Hatiye ragihandin ku hêzên Heşda Şeibî şeva bihurî karîn pilana terorîstên DAIŞ`ê bona teqandina boriya veguhestina nifta xav a parêzgeha Kerkûkê bi palîngeha Bîciyê li parêzgeha Selahedînê bigrin.

Bingehên iraqî ragihandine ku terorîstên DAIŞ`ê 20 bombe li bin vê boriyê danîbûne û dixwestin boriyê biteqînin ku hêzên Heşda Şeibî û hêzên ewlehiya Iraqê bi vê pilana wan hesiyan û hemû bombe pûç kirin.