Iraq sûçkarên hilbijartinê dê 15 salan bixe zinadnê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i286098-iraq_sûçkarên_hilbijartinê_dê_15_salan_bixe_zinadnê
Iraqê ji bo lidarxistina hilbiajrtinên parlemanê bi awayekî ewleh û aram, roja yekşemiyê raghand ku dê ji bo sûçkarên ku dest bi kirîn û firotina kartên beşdariya li hilbiajrtinê dikin, cizaya 15 salan hewsê bibre.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 02, 2018 06:04 Asia/Tehran
  •  Iraq sûçkarên hilbijartinê  dê 15 salan bixe zinadnê

Iraqê ji bo lidarxistina hilbiajrtinên parlemanê bi awayekî ewleh û aram, roja yekşemiyê raghand ku dê ji bo sûçkarên ku dest bi kirîn û firotina kartên beşdariya li hilbiajrtinê dikin, cizaya 15 salan hewsê bibre.

 Li gorî rapora kanala  El-Qedîrê, Konseya wezîrên Iraqê li civîna bi enadmên  erkantiya hilbiajrtinên  parêzgehên  vî welatî  ev biryara raghandiye.

 Li vê civînê her wiha  pêvajoya belavkirina  karta beşdariya li hilbijartinê, girtina pêşiya  kirîn û firotina van kartana,  çareserkirina hemî kêmasiyan û her wiha  belavkirina  kartan li parêzgehên  Neynewayê, Enbarê û Selahedînê hat hilkolandin.

Li gorî civîna  roja yekşemiyê ya konseya wezîrên  Iraqê ku bi hewahengiya  erkantiya  hilbijartinên  vî welatî hat li dar xistin, biryar hat dayîn ku tedbîrên  qanûnî yên  pêdivî werin girtin ku dest bi  kirîn û firotina karta beşdariyê li hilbiajrtinê dikin an  karta xwe ji bo denggirtinê didin kesên din.

 Li gorî raghandina  komîsyona  bilind a hilbiajtinên  Iraqê, hilbiajtinên  parlemana  vî welatî 12 Gulana  îsal dê bi awayekî seranserî, yekperçe û iliktronîkê were li dar xistin.