Ebadî: DAIŞ`ê êdî li Iraqê tu meqrek xwe tine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i286076-ebadî_daiŞ_ê_êdî_li_iraqê_tu_meqrek_xwe_tine
Serokwezîrê Iraqê yekşemiyê şevê teqez kir ku hêzên vî welatî ser hemî navçên Iraqê serdest bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 02, 2018 04:25 Asia/Tehran
  •  Ebadî: DAIŞ`ê êdî li Iraqê tu meqrek xwe tine

Serokwezîrê Iraqê yekşemiyê şevê teqez kir ku hêzên vî welatî ser hemî navçên Iraqê serdest bûne.

 Li gorî rapora rapora Mêhr Newsê, Heyder Ebadî destnîşan kir ku koma terorîstî ya DAIŞ`ê êdî tu  navendek xwe li Iraqê tine.

 Koma terorîstî ya DAIŞê li sala 2014`an  bi piştgiriyên  aborî û eskerî yên Emerîka û hvpeymanên  rojavayî û erebî yên vî welatî ji wan  Erebistanê bi êrişa ser Iraqê, hin beşîên berfireh ji navçên  bakurî û rojavayî yên vî welatî dagir kir û gelek cinayet kirin. Piştî wê Iraqê ji Îranê xwest ku ji bo rawestana  li hember terorîstan alîkariya Iraqê bike.

 Hêzên iraqî bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê, îniyê 17 Mijdara 2017`an  karîn ku bajarê Raweyê li pazrêgeha  Enbarê li rojava Iraqê yanê dawîn navenda DAIŞ`ê li Iraqê rizgar bikin. Bi azadkirina  vî bajarî karê DAIŞ`ê li Iraqê di pratîkê de kuat bû.