Hêzên êzdî ser mayîna li Şingalê disekinin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i286062-hêzên_êzdî_ser_mayîna_li_Şingalê_disekinin
Fermandê hêzên berevaniyê yên Îzedxanê destnîşan kir ku ev hêz parêzvanê Şinaglê ne û qet terka Şingalê û derdora wê nadin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 02, 2018 03:15 Asia/Tehran
  •  Hêzên êzdî ser mayîna li Şingalê disekinin

Fermandê hêzên berevaniyê yên Îzedxanê destnîşan kir ku ev hêz parêzvanê Şinaglê ne û qet terka Şingalê û derdora wê nadin.

 Li gorî rapora KurdPress` ê, Heyder Şeşo, fermandê hêzên  berevaniya  Îzedxanê li hevpeyvînekê got ku  li rojên  derbasbûyî, hêzên iraqî daxwaza derketina wî û hêzên wî ji Şingalê û ziyareta Şerfedîn wek yek ji navendên  herî pîroz û cihê herî giring ê olî yê êzdiyan, kirine lê hêzên  Îzedxan naxwazin ku ji van navçana derkevin û li encamê, hin pevçûn navbera van hêzana  û hêzên iraqî pêk hatiye.

 Hêzên  Îzedxan ji ciewanên kurd ên êzdî li dema êrişa DAIŞ`ê ser Şingalê pêk ahtiye û jibo berevaniya  ji Şingalê û rawestana  li hemebr DAIŞ`ê û azadkirina  Şingalê roleke bingehîn hebû û bi hevhatina tev dewleta Iraqê bû beşek ji hêzên  iraqî.