Hêzên iraqî kontrola sînorên Iraq û Sûriyê li Şengalê girtine destê xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i286046-hêzên_iraqî_kontrola_sînorên_iraq_û_sûriyê_li_Şengalê_girtine_destê_xwe
Yekîneyên berxwedana Şengalê li daxûyaniyekê ragihand ku hemû sînorên hevpare di navbera Iraq û Sûriyê li Şengalê ketine destê hêzên dewleta Iraqê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 01, 2018 14:01 Asia/Tehran
  • Hêzên iraqî kontrola sînorên Iraq û Sûriyê li Şengalê girtine destê xwe

Yekîneyên berxwedana Şengalê li daxûyaniyekê ragihand ku hemû sînorên hevpare di navbera Iraq û Sûriyê li Şengalê ketine destê hêzên dewleta Iraqê.

Li gor rapora ajansa nûçeyan a Kurd Press`ê, Yekîneyên berxwedana Şengalê li daxûyaniya xwe ragihand ku xeta sînorî ya di navbera navçên kurdnişîn ên Iraq û Sûriyê kete destê hêzên artêşa Iraqê.

YBŞ`ê li daxûyaniya xwe ragihand ku gefên Tirkiyê dijî Şengalê xebata ji bo Jenosaydekî din dijî kurdên Îzdî ye.

YBŞ`ê bal kişande ser viya ku kes nikare rola kurdên êzdî li jinavbirina terorîstên DAIŞ`ê û damezirîna ewlehiyê li navçê înkar bike ragihand: Bi berçavgirtina alûgorên navçê û ji ber gotûbêjên hatine kirin,sînora 70 kîlomitriya di navbera navçên kurdnişîn ên Iraq û Sûriyê kete destê artêşa Iraqê.

Qumandihiya Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ`ê ji gefên Tirkiyê dijî xelkê Şengalê wekî tevkujî û jenosaydekeî din nav bir û ragihand ku gotinên ne mentiqî yên karbidestên Tirkiyê dijî hevgirtin û hakimiyeta Iraqê ye û pêwîst e dewlet û gelên cîhanê bi hûrî û kûrî vê rewşa Şengalê bişopînin.