Peydakirina hezar maynan li Kerkûka Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i285762-peydakirina_hezar_maynan_li_kerkûka_iraqê
Heşda Şebî li bara peydakirina hezar maynên berhemê Almanyayê li encama operasyona ewlehiyê li başûrê rojava parêzgeha Kerkûka Iraqê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 28, 2018 14:44 Asia/Tehran
  •  Peydakirina hezar maynan li Kerkûka Iraqê

Heşda Şebî li bara peydakirina hezar maynên berhemê Almanyayê li encama operasyona ewlehiyê li başûrê rojava parêzgeha Kerkûka Iraqê agahî da.

 Li gorî rapora roja çarşemê ya Al-Alamê û ji zarê  Bexdad El-Yewmê, hêzên  Heşda Şebî bi daxûyaniyekê raghandin: Tîpa 15`an  a Heşda Şebî li operasyoneke ewlehiyê li gundên navça Riyazê li başûrê rojava  parêzgeha  Kerkûkê, veşartgeha çek û sîlehan ku têde  hezar maynên berhemê Almanyayê wek Falmarayê û hinek çek û sîlehênd in hebûn, keşf kirin.

 Hêzên  artêşa Iraqê kontrola bajarê Kerkûkê li 16 Cotmeha 2017`an  ku pêştir  di kontrola hêzên pêşmerge bû, girtin dest xwe.

 Li gor nûçeyeke din berpirsekî iraqî  ji rojnama  El-Erebî Cedîdê re got: Piştî hewahengiyên  Bexda û Enqerê û nerazîbûna  Tirkiyê li hember bicihbûna hêzên PKK li bajarê Şingalê, Bexdayê kotrola  derbasgeha sînorî ya Xansorê ji vê komê standiye û niha hêzên artêşa Iraqê li derbasgehê bi cih bûne.

 Roja sêşemiyê duh berpirsên  iraqî li Bexdayê li bara hevhatineke  seretayî navbera dewleta Iraqê û Tirkiyê li bara  rewşa bajarê Şingalê li 80 km ya rojava  bajarê Mûsilê û  bicihbûna endamên  PKK têde agahî dan.

 Hevgavê gotinên Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê li bara operasyona li Şingalê, hêzên atêşa Iraqê û Heşda Şebî jibo parastina  bajarê Şingalê li parêzgeha  Neynewayê, bakurê Iraqê derbasî vî bajarî bûn.