Şandina kelûmelên eskerî yên Tirkiyê bo parêzgehên Dihok û Neynewayê
Serokê fraksiyona Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê li parlemana nûneran a Iraqê li bara kiryara Tirkiyê ya şandina kelûmelên leşkerî bo meqerên xwe yên leşkerî li du parzêgehên Dihok û Neynewayê agahî da.
Li gorî rapora Kurdpressê, Arêz Ebdullah li gotbêja bi ajansa El-Melûme re got: Li gorî raporan, Tirkiyê kelûmelên eskerî şandine meqerên xwe li Başîqayê û Dihokê ku nîşan dide destdirêjiyên Tirkiyê li dijî Iraqê dewam dikin.
Ebdullah bal kişand ser vê yekê ku peywira parastina ewlehî û aramiya Iraqê û heta Herêma Kurdistana Iraqê li gorî qanûna bingehîn a Iraqê ser milê dewleta Federal e û ji parlemana nûnran xwest bi pejirandina qanûnekê, her curemudaxila li karûbarên navxweyî yên Iraqê qedexe bike.
Ji aliyê din ve yek ji rêberên YNK got: Enqerê ji bo parvekirina Herêma Kurdistanê bi du beşên Silêmanî û Hewlêrê hewl dide.
Qiyas Sûrçî li gotûbêja bi malpera nûçan a Bexda El-Yewmê got: Enqerê ji bo parvekirina Herêma Kurdistnana Iraqê bi du beşên îdarî yên Silêmnaiyê û Hewlêr û lawazkirina Herêma Kurdistana Iraqê hewl dide loma qedexetiya firînên Tirkiyê bo balefirgehên Silêmnaiyê bi armanca pêknaîna fitneyê navbera kurdan cih tê.
Sûrçî teqez kir ku hemî hêzên PKK ji çiyayê Şingalê derketine û tu endamek li vê navçê tine û ev hêz niha li çiyayên Qendîlê bi cih bûne.
Ji aliyê din ve yekî din ji rêberên hevalbendiya dewleta Qanûnê got: Helêwsta Bexdayê li hember destirêjiya Tirkiyê cidî be.
Ebas El-Beyatî ji rêberên hevalbendiya dewleta qanûnê li parlemana Iraqê got. Ger hêzên Tirkiyê derbasî navçên bakurê Iraqê bibin û qanûnên navneteweyî binpê bikin Bexda dê helwêstên cidî û vebirr li dijî Enqerê hebe.