Ebadî gote Yildirim: Em zêdegaviyên Tirkiyê qebûl nakin
Serokwezîrê Iraqê ragihand ku ew ti zêdegaviyeke Tirkiyê li ser axa xwe qebûl nakin. Serokwezîrê Tirkiyê jî da zanîn ku welatê wî rêzê li serweriya axa Iraqê digire û bêyî razîbûna Bexdayê, ti operasyoneke leşkerî (dijî PKK) li Herêma Kurdistana Iraqê destpê nake.
Li gorî daxûyanîya ofîsa Serokwezîrê Iraqê, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, di peywendiyeke telefonî de têkildarî alûgurên herî dawîyê gotûbêj kirine bi taybetî serweriya axa Iraqê û hebûna hêzên PKK`ê li Herêma Kurdistana Iraqê.
Li gor daxwiyaniyê, Yildirim wiha axifiye: “Di navbera hikûmeta Iraq û Tirkiyê de li ser destpêkirina operasyonê dijî PKK di nav axa Iraqê de ti rêkeftinek nîne, tişta qewimiye jî, veguhestina xirab a nûçeyan bûye, me xwestiye bibêjin; ti operasyonekê bêyî razîbûna hikûmeta Iraqê “di nav axa Iraqê” de nakin. Tirkiye rêzê li serweriya axa Iraqê digire û di nav axa wê de ti zêdegaviyekê nake.”
Heyder Ebadî jî wiha gotiye: “Hêzên me tevahiya axa Iraqê kontrol dikin û di dema serdana Mûsilê de jî min ferman daye hêzên Iraqê ku rê li ber hemû çekdarên biyanî bigirin. Evna jî hatin kirin, niha sînor ji aliyê hêzên me ve hatiye kontrolkirin û em hemû zêdegaviyeke Tirkiyê li ser axa xwe red dikin.”
Di daxûyanîya ofîsa Serokwezîrê Tirkiyê de jî, wiha tê gotin: “Iraqê ku di şerê dijî DAIŞ`ê de rolekî baş lîst, ew yek jê tê çaverêkirin ku tedbîrên maqûl li dijî PKK`ê werbigire.”
Di herdu beyannameyan de tê tekez kirin divê Tirkiye û Iraq girîngiyeke zêdetir bidin peywendiyên navbera xwe.