Êrîşa hêzên Tirkiyê ser axa Iraqê hat derewandin
Erkantiya Opêrasiyona hevpar a Iraqê nûçeyên weşandî ji aliyê çavkaniyên nûçeyan ên tirk li bara destpêbûna êrîşa leşkerî li bakurê Iraqê derew zanî.
Li gorî rapora IRNAyê, navenda mêdyayî ya Erkantiya Opêrasiyona hevpar a Iraqê berêvara roja Yekşemiyê bi dayîna daxûyaniyekê nûçeya ragihandî ji çavkaniyên mêdyayî yên tirk ji zarê Erdoxanê serokomarê Tikriyê li bara destpêbûna êrîşa leşkerî y vî welatî ser bajarê Şingalê li bakurê rojavaya parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê nedurust da zanîn.
Erkantiya Opêrasiyona hevpar a Iraqê destnîşan kir: Rewşa ewlehiyê li parêzgeha Nêynewayê, navçeya Şingalê û deverên sînorî di bin kontrola hêzên iraqî da ye û nûçeya derbasbûna hêzên leşkerî yên Tirkiyê ji sînor ber bi van navçeyan va ne rast e.
Wezîrê berevaniyê yê Iraqê jî êrîşa leşkrî ya artêşa Tirkiyê ser navçeya Şingalê derew zanî û hişyarî da ku dewleta Bexdayê dê li hemberî hr cûre destwerdana leşkerî ya biyanî li axa welatê xwe bêdeng nemîne.
Erdoxanê serokomarê Tirkiyê roja Yekşemiyê qala destpêbûna êrîşa artêşa tzirkiyê ser bajarê Şingalê li bakurê Iraqê bi mebesta derxistina vî bajarî ji destê endamên PKKê kir.
Tirkiyê di salên dawî da bi caran bi mehneya serkutkirina hêzên PKKê destdirêjya ser axa Iraqê kiriye. Ev destdirêjî tûşî berteka tund a dewleta Iraqê û welatên din ên cîhanê bûye.