Iraq: Li dijî PKK`ê ti operasyoneke hevbeş bi Tirkiyê re nakin
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê ji rawêjkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê re ragihandiye, ku Iraq pêkanîna operasyona serbazî ya Tirkiyê di nava axa xwe de red dike.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê ragihand, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceiferî pêşwazî li rawêjkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Ahmet Yildiz û şandeke pê re kiriye û her du alîyan di hevdîtinê de, li bara bihêzkirina pêwendiyên navbera Bexda û Enqerê de gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniyê, Ceiferî di vê hevdîtinê de ji aliyê Tirkiyeyî re gotiye: “Iraqê qonaxa şerê DAIŞ`ê derbas kiriye û îro kar li ser avedankirina bajaran dike, derfetek jî li pêşiya me ye bo bihêzkirina hevkariya hevbeş û bilindkirina asta weberhênanê û asta bazirganiya navbera her du welatan de.”
Herwiha Ceiferî tekezî li ser giringiya zêdekirina rêjeya ava ber bi Iraqê ve kiriye.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê herwiha destwerdana leşkerî û encamdana operasyona serbazî ya Tirkiyê di nava axa Iraqê de red dike û dibêje: “Stratejiya pêwendiyên Iraqê, li ser bingeha bihêzkirina berjewendiya hevbeş, sekinîna li hemberî gefên hevbeş, parastina serwerî, destnewerdana di karûbarên navxwe yên hev de hatiye danîn û amaje bi wê yekê jî kir, Iraq rê nade ti hêzekê ku di nava axa wê de operasyonên leşkerî li dijî her welatekî cîran pêk bîne, hevdem em derbasbkirina sînorên Iraqê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve red dikin û tekezî li ser vekişîna hêzên Tirkiyê li bajarê Başîkê dikin.”
Li gorî heman daxuyaniyê, rawêjkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Ahmet Yildiz jî di hevdîtinê de ragihandiye: “Tirkiye ji bo alîkariya gelên Iraqê û zêdekirina asta bazirganiyê, piştgirîya ji warê aborî û zanistî û zêdekirina hejmara kompaniyên li Iraqê micid e.”
Tirkiyê çend caran ragihandiye, ku Qendîl û Şingal li bakurê Iraqê bûne cih û hêlîna PKK`ê û ji ber wê jî artêşa wî welatî dê operasyoneke leşkerî li bakurê Iraqê pêk bîne.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan berî çend rojan di daxuyaniyekê de gefa pêkanîna êrişeke leşkerî di nava axa Iraqê de û bi taybet li devera Şingalê kiribû.