Berteka Iraqê li hemberî gotinên destwerdanê ên berpirsê imaratî
Berdevê wezareta karên derve ya Iraqê bi daxûyaniyekê tevî hişyarkirina wezîrê rawêjkar li karên derve yê Imaratê ji ber têrorîstîzanîna çalakiyên Hêzên seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî, ragiahnd ku ev gotin bi nîşana mudaxileyê ne û pêwendiyên navbera du welatan xerab dike.
Li gorî rapora IRNAyê ji zarê malpera wezareta karên derve ya Iraqê, Berdevê wezareta karên derve ya Iraqê, Ehmed Mehcûb li vê daxûyaniyê ku êvara Sêşemiyê hat dayînê, ragihand: Tawana Qerqaş li Hêzên seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî li bara wergirtina alîkariya malî ji Qeterê û têrorîstîzanîna wê, berbendeka ciddî li ser riya xurtkirin û baştirkirina pêwendiyên dualî ye.
Berdevê wezareta karên derve ya Iraqê ragihand: Dewleta Bexdayê bi caran destnîşan kiriye ku Hêzên seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî beeşa necudabûyî ya saziya ewlehiya vî welatî ye û ev kom wek saziyeka fermî ku ji fermandetiya gişt hêzên Iraqê fermanê werdigire, li parlimanê bi fermî hatiye naskirin.
Berdevê wezareta karên derve ya Iraqê di dewamê da bal kişande ser fîdakariya Hêzên seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî û her wiha got: HŞ li jinavbirina koma têrorîst a DAIŞê ku gefek li dijî Iraq û navçeyê bû, roleka girîng hebû.
Enver Qerqaş ku bi çalakiya li Twitter'ê nasyar e du rojan beriya niha bi gotineka bi nîşana mudaxileyê û bêyî raberkirina hegerekê îdia kiribû ku dewleta Qeterê bi sedan miliyon dolar ji bo komên têrorîst weke Hêzên seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî terxan kiriye.
Gotinên rayedarê imaratî li halekî hat hilêxistin ku Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê demek beriya viya fermana hevsengkirina maf û serpişkiyên Hêzên seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî digel hêzên artêşa Iraqê dabû.