Komeke ser bi DAIŞ`ê li rojavaya Iraqê hat girtinê
Adar 20, 2018 15:15 Asia/Tehran
Sazîya Dijî Têrorîsmê li Iraqê di encama opêrasyonekê li parêzgeha Al Anbarê de, hejmareke endamên komeke ser bi têrorîstên DAIŞ`ê girtin.
Li gorî rapora televîzyona Al Mayadeen`ê ya Libnanê, ev opêrasyona bi hevdengîya digel hêzên hewayî yên artêşa Iraqê li kûratîya çola Al Anbarê cih hat.
Tê gotin ku endamên komeke têrorîst ser bi DAIŞ`ê dil hebûn di rojên pêş de opêrasyonên têrorîstî li deverên curbicur ên Iraqê li dar bixin.