Ebadî: Bila parêzgar dema lidarxistina hilbijartinên li Iraqê bêalî bin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i285168-ebadî_bila_parêzgar_dema_lidarxistina_hilbijartinên_li_iraqê_bêalî_bin
Serokwezîrê Iraqê ji parêzgarên vî welatî xwest mewqî û berpirsyariya xwe bi awayekî nerewa bi kar neyînin û li birêvebirina hilbijartinê siyaseteke bêalî bigirin ber xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 20, 2018 14:26 Asia/Tehran
  • Ebadî: Bila parêzgar dema lidarxistina hilbijartinên li Iraqê bêalî bin

Serokwezîrê Iraqê ji parêzgarên vî welatî xwest mewqî û berpirsyariya xwe bi awayekî nerewa bi kar neyînin û li birêvebirina hilbijartinê siyaseteke bêalî bigirin ber xwe.

li gorî rapora roja sêşemiyê ya kanala televîzyonî ya El Iraqiyê, Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê li civînekê bi Konseya Hevahengiya li gel parêzgehan re, ji parêzgeran xwest: Divê hemî bi hev re hevkariyê bikin ta ku hilbijartin li welêt bi awayekî bêla were lidarxistin û mafê tu berpirsekî nîne ku desthilatdariyê xwe ji bo teblîxkirinê bi kar bîne û nabe ku alîgiriya tevger yan aliyeka taybet were kirin.

Ebadî herwiha got: Divê berpirsên iraqî xizmeta bo welatiyan bi başî cih bînin û sozên ji bo teblîxata ji berendamên hilbijartinê re nedine xelkê.

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê, 12`ê meha Gulanê ya sala 2018`an wê were lidarxistin.