Dijayetiya iraqiyan li hember sefera muhtemel a Mihemed Bin Selman bo Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i285117-dijayetiya_iraqiyan_li_hember_sefera_muhtemel_a_mihemed_bin_selman_bo_bexdayê
Li halekê ku li gorî nûçeyan Mihemed Bin Selman, welîehdê Erebistanê dê vê zûtiyê seredana Iraqê bike, dijayetiya li hember vê seferê li civakên siyasî, mêdyayî û torên civakî yên Iraqê ber bi zêdebûnê ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 19, 2018 16:59 Asia/Tehran
  • Dijayetiya iraqiyan li hember sefera muhtemel a Mihemed Bin Selman bo Bexdayê

Li halekê ku li gorî nûçeyan Mihemed Bin Selman, welîehdê Erebistanê dê vê zûtiyê seredana Iraqê bike, dijayetiya li hember vê seferê li civakên siyasî, mêdyayî û torên civakî yên Iraqê ber bi zêdebûnê ne.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRNA`yê, li dû ragihandina mêdyayên komkî yên Iraqê û yên erebî li ser sefera welîehdê siûdî bo Iraqê ji bo baştirkirina peywendiyên di navbera Riyaz û Bexdayê de, bikarhînerên torên civakî yên Iraqê heşteka «لا اهلاً و لا مرحباً بزیارة ولی العهد السعودی», (xêrnehatinek li sefera welîehdê Erebistanê), dijayetiya xwe li hember vê seferê û helwêstên rayedarên siûdî ragihandin.

Bikarhînerên torên civakî li berteka li hember siyasetên bi dijminatî û xirabkir n Erebistanê li hember Iraqê di mideha 15 salên buhurî de pêgîrî kirin: Piştgîriyên ji hêla  pereyî û siyasî yên siûdiyan ji komên terorîst li vî welatî bûne sedema vê yekê ku bi hezaran kesên sivîl werin kuştin û gelek xisar li binavahiyên vî welatî kevin.

Ehmed Ebulqasim, çalakvanê di warê mafên mirovan de li parêzgeha Diyale (rojhilata Iraqê) jî ji bilî ragihandina dijayetiya xwe li hember sefera piştgirê herî mezin ê terorîsmê bo Iraqê got: Ev sefera wê hestên malbatên şehîdên operasyona terorîstî yên li Iraê birîndar bike.

Sêyf El Xeyat, nûçegîhan û nivîskarê iraqî jî li Facebooka xwe bi nûneratiya ji hemî iraqiyan û çalakvanên mafên mirovan li seranserî cîhanê, ji bilî dijayetiya li hember sefera Mihemed Bin Selman bo Iraqê nivîsî: Herîkêm pênc hezar terorîstên siûdî di çend salên buhurî de li Iraqê operasyona terorîstî cih anîne.