Erdogan li ser cihanîna her cure operasyoneka leşkerî li axa Iraqê hat hişyarkirin
Parlimanterê Hevalbendiya Qanûnê li Meclisa Iraqê li ser cihanîna her cure operasyoneka leşkerî li nav axa Iraqê hişyarî da serokomarê Tirkiyê.
Li gorî rapora Kurdpress`ê, Mensûr El Beîcî, li daxuyaniyekê, li bara wiya ku Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê ragihandibû ku Tirkiye wê bi mihaneya şopandina endamên partya Karkerên Kurdistanê (PKK, )operasyoneka leşkerî li bakûra Iraqê cih bîne, hişyarî da wî.
El Beîcî li vê daxuyaniyê ji dewleta federal xwest li hember operasyoneka wiha ya leşkerî ya Tirkiyê li nav axa Iraqê wek operasyoneka ku li Efrîna Sûriyê cih hat, kareka cidî bike.
Wî pêgîrî kir ku bêdengiya Bexdayê ya li hember dewama hebûna hêzên Tirkiyê li nav axa Iraqê, bûye sedem ku Tirkan hîn jî kiryarên xwe yên zêdexwaziyê li Iraqê bidomînin, her ji ber vê yekê divê Bexda li hember dijminên biyanî axa welêt biparêze.
Vî endamê Meclisa Iraqê li daxuyaniya xwe herwiha got: Dewleta Tirkiyê divê bi başî fêm bike ku Iraq welatekî bihêz e û dikare li hember xwetêkilkirina Enqerê berevaniya xwe bike, ji ber ku xetera binpêkirina hakimiyeta Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve, ji xetera endamên DAIŞ`ê kêmtir nine û divê Erdogan bizanibe ku hêviyên wî yên usmaniyan, wê li Iraqê serê xwe negirin.