Berteka Emîrebdullahiyan li hember helwêstên dijî Îranê yên welîehdê siûdî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i284867-berteka_emîrebdullahiyan_li_hember_helwêstên_dijî_Îranê_yên_welîehdê_siûdî
Alîkarê ewil ê serokê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî, gotinên Muhemed bin Selman, welîehdê siûdî li dijî Îranê ji ber xewn û xeyala qaweta bidestxistî ya ji riya darbeya Alê Selman li Erebistanê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 16, 2018 14:33 Asia/Tehran
  • Berteka Emîrebdullahiyan li hember helwêstên dijî Îranê yên welîehdê siûdî

Alîkarê ewil ê serokê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî, gotinên Muhemed bin Selman, welîehdê siûdî li dijî Îranê ji ber xewn û xeyala qaweta bidestxistî ya ji riya darbeya Alê Selman li Erebistanê da zanîn.

 Huseyn Emîrebdullahiyan, alîakrê ewil ê serokê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî roja îniyê li twîtera xwe nivîsî: Ger li Riyazê  hinekî eqlaniyet heba, ew nediketin nava qopiya Yemen û Behreynê û pişta xwe bi kopala  rizyayî ya Donald Trump serokkomarê Emerîkayê ve girênedidan.

 Muhemed Bin Selman, welîehdê Erebistanê roja pênşemiyê li gotûbêja  bi kanala  CBS a Emerîkayê  re Komara Îslamî ya Îran ku tim li dû çareserkirina  pisrgirêkên navçê û peywendiyên  baş bi welatên cînar re ye, bi talûke da zanîn.

Muhemed Bin Selman got: Ger Îran bombeya atomê çê bike, Erebistan jî dê bi zûtirkê vî karî bike.

 Îdiayên  pûç û bêbingeh ên kurê Melik Selman li bara bernama  navokî ya Îranê li halekê ket rojevê ku Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlehiyê û Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomê heya niha bi caran ser bi aşitîbûna  xebatên  navokî yên Îranê sekinîne.