Helekoptêreke Amerîkayê li Iraqê jorda ket
Adar 16, 2018 04:46 Asia/Tehran
Helekoptêreke Chinook a artêşa Amerîkayê şeva buhurî li bajarê Qaim li rojavaya parêzgeha Al Anbara Iraqê jorda ket.
Li gorî rapora kanala Al Mayadeen`ê, di encama vê bûyerê de 7 kesên nav helekoptêrê de canê xwe ji dest dane.
Li dewama vê raporê hatîye ku ev helekoptêra digel helekoptêreke tranzîtê ya Black Hawk a artêşa Amerîkayê ji baregeha Eyn ul Esedê li parêzgeha Al Anbarê ber bi sînorê Sûrîyê va diçû.