Serokomarê Iraqê bûca sala 2018`an erê nekir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i284639-serokomarê_iraqê_bûca_sala_2018_an_erê_nekir
Mêdyayên Iraqê ragihandin ku serokomarê Iraqê bûca sala 2018`an a vî welatî red kir û careka din zivirand parlimanê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 13, 2018 14:45 Asia/Tehran
  • Serokomarê Iraqê bûca sala 2018`an erê nekir

Mêdyayên Iraqê ragihandin ku serokomarê Iraqê bûca sala 2018`an a vî welatî red kir û careka din zivirand parlimanê.

Li gorî rapora Kanala Diclê, Fuad Meisûm serokomarê Iraqê bûca sala 2018`an a vî welatî red kir û careka din zivirand parlimanê.

Bûca sala 2018`an li parlimana Iraqê gelekî hat gengeşekirin û di navbera alîyên pişkdarê parlimanê li ser wê gellek nakokî hebûn û dawîyê ji hêla meclisê va hat pejirandinê lê, Fuad Meisûm serokomarê Iraqê ew nepejirand û zivirand parlimanê.

Yek ji babetên nakokîya di navbera alîyên kurd û dewleta Bexdayê têkildarî bûca sala 2018`an pişka Herêma Kurdistana Iraqê ji bûca giştî bû lê nêzî 10 rojan berî niha meclisa Iraqê bûca sala 2018`an pejirand.