Çarenivîsa nediyar a 11 hezar iraqiyan piştî azadkirina Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i284541-Çarenivîsa_nediyar_a_11_hezar_iraqiyan_piştî_azadkirina_mûsilê
Polîsê Iraqê got ku tevî azadkirina bajarê Mûsilê ji lepên koma treorîstî ya DAIŞ`ê, çarenivîsa bi hezaran iraqiyên vî bajarî hîn ne diyar e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 12, 2018 13:52 Asia/Tehran
  •  Çarenivîsa nediyar a 11 hezar iraqiyan piştî azadkirina  Mûsilê

Polîsê Iraqê got ku tevî azadkirina bajarê Mûsilê ji lepên koma treorîstî ya DAIŞ`ê, çarenivîsa bi hezaran iraqiyên vî bajarî hîn ne diyar e.

 Li gorî arpora  roja duşemiyê ya  IRNA`yê, Basim Elî El-Hecar, fermandê polîsê parêzgeha  Neynewayê li bakurê Iraqê destnîşan kir: Terorîstên  DAIŞ`ê piştî sernixûnbûna  Mûsilê, zêde ji 11 hezar kesên sivîl girtin û tevî ku  dewlet û hêzên ewlehiyê yên Iraqê piştî azadkirina  Mûsilê, hemî navendên  bicihbûna  terorîstan geriyane û meytê bi sedan hezar kesî  hatine peydakirin lê hîn jî  çarenivîsa kesên  wendabûyî nediyar e.

 Li gorî raporeke  din ji Iraqê, taximek ji aliyê dewleta federal a Iraqê bi serokatiya  Elî El-Elaq serokê banka navendîya vî welatî ji bo şêwirîna  bi berpirsên  Herêma Kurdistana Iraqê  re gihêşt Hewlêrtê. Biryar e li civîna  navbera berpirsên  Bexda û Hewlêrê  ser meselên aborî navbera her du aliyan gotûbêjê werekirin

 Ji aliyê din ve berdevkê Herêma Kurdistana Iraqê li bara muzakireyên telefonî yên Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêmê  û Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî agahî da û got: Muzakirên  telefonî navbera her du aliyan li bara meselên  ku Bexda û Hewlêrê li ser wan pirsgirêka wan heye, bûye.

.