Parlimanterekî têkildarî destwerdana Amerîkayê li hilbijartinên Iraqê hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i284537-parlimanterekî_têkildarî_destwerdana_amerîkayê_li_hilbijartinên_iraqê_hişyarî_da
Endamekî parlimana Iraqê têkildarî destwerdanên nihênî yên Amerîkayê li hilbijartinên parlimana Iraqê hişyarî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 12, 2018 13:51 Asia/Tehran
  • Parlimanterekî têkildarî destwerdana Amerîkayê li hilbijartinên Iraqê hişyarî da

Endamekî parlimana Iraqê têkildarî destwerdanên nihênî yên Amerîkayê li hilbijartinên parlimana Iraqê hişyarî da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Iraqê, Iqbal Xurabî endamê Fraksyona Al Ahrar li parlimana Iraqê têkildarî destwerdanên nihênî yên Amerîkayê li hilbijartinên parlimana Iraqê yên di pêşerojê de hişyarî da û ragihand Amerîkayê sîyaseta nerm û nihênî ji bo piştgirîya ji hin berbijaran girtîye ber xwe.

Wî ragihand ku Fraksyona Al Ahrar li parlimana Iraqê dilgiranê destwerdanên Amerîkayê li hilbijartinên meclisa Iraqê ye ku biryar e di meha Gulanê de bên lidarxistin.

Iqbal Xurabî endamê Fraksyona Al Ahrar li parlimana Iraqê pêgirî kir ku Amerîka ji bo vê mebestê pişta hin partî û komên sîyasî digire. Waşîngton sîyaseta nû têkildarî dagirkirinê li Iraqê dişopîne û ji bo vê armancê bi awayekî nerm pişta hin çalak û komên sîyasî digire.