Li Kerkûkê operasyonên dijî DAIŞ`ê destpê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i284479-li_kerkûkê_operasyonên_dijî_daiŞ_ê_destpê_bû
Waliyê Kerkûkê ragihand:"Li dijî bermayiyên rêxistina terorîst DAIŞ`ê ku vê axiriyê êrîşî hêzên ewlekariyê dikin, operasyona lêgerînê dest pê kir."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 11, 2018 17:02 Asia/Tehran
  • Li Kerkûkê operasyonên dijî DAIŞ`ê destpê bû

Waliyê Kerkûkê ragihand:"Li dijî bermayiyên rêxistina terorîst DAIŞ`ê ku vê axiriyê êrîşî hêzên ewlekariyê dikin, operasyona lêgerînê dest pê kir."

Hat ragihandin ku li başûrê parêzgeha Kerkûkê ya Iraqê li dijî bermayiyên koma têrorîst a DAIŞ`ê yên ku xwe li çolterê vedişêrin, operasyona lêgerînê dest pê kir.

Waliyê Kerkûkê Rakan Seîd di civîna çapemeniyê ya li avahiya hikûmetê da wiha got, "Li dijî bermayiyên koma têrorîst a DAIŞ`ê ku vê axiriyê êrîşî hêzên ewlekariyê dikin, li başûrê Kerkûkê di navbera navçeya Hewîce û bajarokê Riyadê da operasyona lêgerînê dest pê kir."

Seîd diyar kir ku hêzên Dijî Terorê û Polêsê Federal beşdarî operasyonê bûn û wiha got, "Armanc, ew grûbên terorê ne ku li çolterê xwe vedişêrin û bi taybetî jî êvaran êrîşî hêzên ewlekariyê yên ku li herêmê digerin, dikin."

Wî diyar kir ku navçeya Hewîce û gundên wê 5 meh berê hatin rizgarkirin û ligel vê yekê xelk ji ber ewlekariyê venagere û wiha dewam kir, "Ev unsûrên terorê ku nahêlin koçber vegerin deverên rizgarkirî, divê bên tunekirin."

Hêzên Iraqê di 5`ê Cotmeha 2017`an da Hewîce û 4 bajarokên wê ji rêxistina terorê DAIŞ`ê rizgar kiribûn.