Daxwaza Malikî ji bo girtina pêşiya eşîregerî û mezhebperestiyê li hilbijatinên Iraqê
Alîkarê serokkomarê Iraqê û serokê hevalbendiya Dewleta Qanûnê li vî welatî daxwaza xwe dûrkirina ji eşregerî û demargirjiyên mezhebî li hilbijartnên parlemanî yên pêşerojê li vî welatî kir.
Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê kanala Rûdawê, Nûrî Malikî, alîkarê serokkomarê Iraqê û serokê hevalebdniya Dewleta Qanûnê li vî welatî li daxûyaniyekê daxwaza beşdariya hemî alî û koman li hilbijartinên pêşerojê yên parlemana vî welatî kir.
Malikî her wiha diyar kir: Beşdariya li hilbijartinan dê alîkariya pêvajoya avedankirina welêt û cihanîna xwestkên xelkê bike.
Alîkarê serokkomarê Irsqê di dewamê de xwest ku xwe ji her cure eşîregeriyê û demargirjiyên mezhebî dûr bikin ku piştgiriyê bidine xala netewexwazî û yekperçetiya navbera iraqiyan.
Serokê hevalbendiya dewleta Qanûnê di dewamê de xitabî kesên ku dengê xwe didin, got ku bila hêza berpirsiyarbûna kandîdayan bi baldarî hilkolin.
Wî lidarxistina hilbijartinên pêşerojê weke serketina ji bo pêvajoya siyasî û van kesan da zanîn ku li Iraqê li dû guherînê ne.
Vî berpirsê iraqê her wiha got: plana piraniya siyasî ku hevalbendiya Dewleta Qanûnê girtiye ber xwe, vê derfetê dide hemî komên ku dixwezin beşdarê pêvajoya avedankirinê li Iraqê bibin ku bi damezrandina dewleteke bihêz ku bikaribe xwestekên xelkê cih bîne, bighêjin armanca xwe û eva nayê wateya piraniya eşîretî an mezhebî, belkî van kesan digre ber xwe ku bawerî bi yekitiya Iraqê û serweriya wê ya neteweyî hene.
Iraq li 12 Guala tê dê şehedê lidarxistina hilbijartinên parlemanî bona bijartina endamên parlemanê be.
Malikî ku serokatiya lîsteya hevalbendiya dewleta Qanûnê dike, yek ji wan kesan e ku ji bo bidestxistina posta serokwezîriyê hevrikiyê dike.